Di roja xwe ya çaremîn de kongreya YNKê berdewam dike
Kurdistan 09:45 AM - 2023-09-30
PUKMEDIA
Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Çaremîn roja kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) berdewam e û tê çaverêkirin ku îro endamên serkirdayetiyê bên hilbijartin.
Îro Şemme 30-9-2023 çaremîn roja Pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê berdewam dike û danûstandinên kongreyê ji nû ve dest pê kirin. Di sê rojên derbasbûyî yên kongireya pêncem de, hin xalên rêziknameyê hatin pesendkirin, tê çaverêkirin ku îro biryar li ser madeyên ku nehatine pesendkirin, bên dayîn.
Piştî dengdana li ser rêziknameyê, dê endamên encûmena serkirdayetiyê bêne hilbijartin
Duh peyvdarê pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Telar Letîf ji PUKMEDIA re ragihand:“ Piştî dengdana li ser rêziknameyê, dê endamên encûmena serkirdayetiyê bêne hilbijartin, lê eger îro nekare deng li ser hemû xalên rêziknameyê were dayîn, ku 65 made ye û endamên encûmena serkirdayetiyê nehatine hilbijartin dibe ku kongre rojekê were dirêjkirin.’’
Her wiha gotibû: "Nêzîkî 250 endamên kongreyê pêşniyarên xwe pêşkêşî komîteya rêziknameyê kirine, herwiha gelek pêşniyar derbarê hersê encûmen, malbend û ofîsan de hatine kirin."
Pênçemîn kongreya a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di dema xwe de
Pênçemîn kongreya a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çarşemî 27.09.2023ê li hola Koşka Hunerê ya bajarê Silêmaniyê dest bi karê xwe kir bi amadebûna serokkomar D.Latîf Reşîd û serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî , rêber û nûnerên partiyên Êraqî û Kurdistanî, balyoz, konsul û nûnerên hejmarek ji welatên herêmê û cîhanê.
Biryara kongreyê li Kerkûkê
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 20.08.2023ê li bajarê Kerkûkê bi serperiştiya Bafil Celal Talebanî civiya û di civînê de biryar hat dayîn ku pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî di 27ê Îlona 2023an de were lidarxistin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê heta niha 4 kongre li dar xistiye, yekemîn di sala 1992 de, ya duyem di sala 2001ê de, ya sêyem di sala 2010ê de û ya çaremîn jî di sala 2019an de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

