Roja sêyemîn Pêncemîn kongreya YNKê despê kir

Kurdistan 02:50 PM - 2023-09-29
Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUIKMEDIA

Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Kongreya Pêncemîn a YNKê

Îro şemiyê 29.09.2023 piştî nîvro, li bajarê Silêmaniyê kar û xebatên sêyemîn roja pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê kir.
Biryare di civînê de proje rêziknameya partiyê ku ji 11 beş û 65 madeyan pêk tê bê pejirandin û hilbijartinên encumena serkirdayetiyê birêve bîçe.
Sêyemîn roja pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Înê 29-9-2023 li bajarê Silêmaniyê berdewam dike û danûstandinên kongreyê dê ji nû ve dest pê kirin. Peyvdarê kongreyê got:“Du komîteyên ku doh xebatên xwe neqedandin dê îro xebatên xwe bi dawî bikin û biryar e endamên serkirdayetiyê bên hilbijartin.’’
Peyvdarê pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Telar Letîf ji PUKMEDIA re ragihand: “Duh ku di roja duyemîn a kongreyê de bû, komîteyên şehîdan, girtiyê siyasî, enfalkiriyan û rêziknameyê xebatên xwe bi dawî neanîn û îro jî weke roja sêyemîn wê kongreyê wê berdewam bike.''
Her wiha  Talar Letîf got:’’Endamên Encumena Serkirdatiya YNKê dê îro bên hilbijartin  û beşên din ên kongreyê ku di rojên pêştir de nehatibûn  temamkirin, dê îro  bi dawî bibin.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket