Pêncemîn Kongreya Yekîtî gotûbêjkirina raporên komîteyan berdewam dike
Kurdistan 06:53 PM - 2023-09-28
PUKMEDIA
kongreya pêcemîn
Îro pênşemî 28/9/28ê piştî nîvro di duyemîn roja konferansê de, pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest bi civînên xwe kir.
Piştî ku duh çarşemê şeş komîteyên konferansê hatin damezrandi ku ev in: bername, peyrewî navxwe, raporta siyasî, şehîd, girtiyên siyasî û kêmendamên di xendeqan, gilî û perwerdehiya hizbî, komîteyan îro danê sibê raporên xwe amade kirin da ku pêşkêşî konfêransê bikin da ku li ser deng bidin.
Herwiha tê çaverêkirin ku dengdan li ser çawayî û rêbaza hilbijartina hersê encûmenên Yekîtiya Niştimanî ku ev in: Desteya Bilind a Siyaset û Berjewendiyan, Encûmena Serkirdayetiyê û Encûmena Piştgiriyê were kirin.
Pênçemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê duh çarşemî 27.09.2023ê li hola Koşka Hunerê ya bajarê Silêmaniyê dest bi karê xwe kir bi amadebûna serokkomar D.Latîf Reşîd û serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û rêber û nûnerên partiyên Êraqî û Kurdistanî, balyoz, konsul û nûnerên hejmarek ji welatên herêmê û cîhanê.
Di rûniştina êvarê de Bafil Celal Talebanî bi yek dengî ji aliyê endamên konferansê ve careke din wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat hilbijartin.
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 20.08.2023ê li bajarê Kerkûkê bi serperiştiya Bafil Celal Talebanî civiya û di civînê de biryar hat dayîn ku pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî di 27ê Îlona 2023an de were lidarxistin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê heta niha 4 konferans li dar xistiye, yekemîn di sala 1992 de, ya duyem di sala 2001ê de, ya sêyem di sala 2010ê de û ya çaremîn jî di sala 2019an de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

