Bafil Celal Talebanî wekû serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat hilbijartin
Kurdistan 06:28 PM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî navberekê dîsa dest pê kir û Bafil Celal Talebanî careke din bi hemû dengan bû Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
Pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro pêş nîvro li bajarê Silêmaniyê dest pê kir û piştî navberekî nîvrojê rêzdar Bafeil Celal Talebanî careke din wek serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin.
Di kongreya pêncem de her îro Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed weke sembolên bilind ên YNKê hatin binavkirin.
Profîla Serok Bafil Celal Talabanî
Bafil Celal Hisameddîn Talebanî di sala 1973an de li Bexdayê ji dayîk bûye.
Bafel Celal Talebanî kurê mezin ê Serok Celal Talebanî û Hêro Îbrahîm Ehmed û birayê Qubad Talebanî ye, navê wê ji Bafila Çemê Rêzan hatiye lê kirin ,zarokatî û xortaniya xwe li mala bapîrê xwe Îbraîm Ehmedî li Brîtanyayê derbas kiriye û piraniya xortaniya xwe bi xwendin û werzişê derbas kiriye.
Bafil Celal Talebanî berpirsê sekreteriya Serok Talebanî bû, di sala 1996ê de beşdarî perwerdeya Korpusa Fransî bû, di sala 1998an de beşdarî perwerdeya leşkerî ya Brîtanyayê bû û di sala 2000ê de jî beşdarî perwerdeya hêzên taybet ên Amerîkayê bû.
Bafel Celal Talebanî stratejiya siyasî li Amerîka û Brîtanya xwendiye û piştre dezgeha dije-terorê ava kiriye û berpirsê karûbarên dije-terorê li Kurdistanê bûye. Piştî koça dawî ya Serok Mam Celal, Bafil Talebanî ji her demê zêdetir xuya bû û ji bo yekxistina YNKê kar kir û dengên nerazîbûnê li nav YNK û derveyê YNKê li aştî kir.
Di destnîşankirina serokomarê Iraqê de rola wî hebû, heta kongreya çarem di nav YNKê de ti post nebû û her li ew kongreya de li 18ê Sibata 2020ê de bi piraniya endamên encûmena serkirdatiya YNKê wek hevserokê YNKê hat hilbijartin. Roja 28.8.2022 encûmena serkirdatiyê Bafil Celal Talebanî bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hilbijart.
Di dema serokatiya xwe de roleke girîng di yekxistina rêzên YNKê de, bihêzkirina pêgeha wê li Herem , Iraq û navçeyê hebû. Serok Bafil weke serkirdeyekî bi bandor li welat di sala borî de herî zêde civîn û tevgerên siyasî pêk anî.
Îro 27.09.2023 an ,di kongreya pêncemîn ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de Bafil Celal Talebanî careke din weke Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

