Waşîngton hîn jî nîgeran e ji ber kêmbûna azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê
Kurdistan 05:52 PM - 2023-09-26
PUKMEDIA
Logoya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê
Konsûlê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Herêma Kurdistanê Mark Straw dilgiraniya welatê xwe li hember kêmbûna azadiya çapemeniyê li herêmê nîşan da û got: “Nîgêraniya me li ser kêmbûna azadiya çapemeniyê û mafê wergirtina zanyariyan li Herêma Kurdistanê berdewam e.”
Ev yek hat di dema kombûna konsulê Amerîka ligel komek rojnamevanên serbixwe ku li navendên rojnamevanî li herêmê kar dikin.
Li gorî daxuyaniya konsulxaneyê ku li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê hatiye belavkirin, Mark Straw destxweşî li rojnamevanan kir ku bi berdewamî hewl didin ku bi awayekî bêalî nûçe û bûyerên siyasî, aborî û civakî li Herêma Kurdistanê ragihînin.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa azadiya çapemeniyê li herêmê û got: “Nîgêraniya me berdewam e ji ber kêmbûna azadiya çapemeniyê ku di van demên dawî de me dîtiye, mînakên wê jî girtinên bêserûber, lêgerînên neqanûnî yên amûrên elektronîk û hwd, ne cîbicîkirina yasaya karê rojnamevanî û mafê bidestxistina zanyariyan li Herêma Kurdistanê.’’
Hêjayî gotinê ye ku konsulê nû yê Amerîka li herêmê meha borî dest bi erkê xwe kiribû, berê jî konsulê Amerîka li bajarê Karaçî yê Pakistanê bû, herwiha çendîn post din jî hebûn, herî dawî jî cîgirê berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî (NSC) bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

