Serok Bafil Celal Talebanî derbarê lidarxistina kongreya pêncemîn de peyamek girîng dişîne
Kurdistan 02:07 PM - 2023-09-26
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî derbarê lidarxistina pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de peyamek girîng ji kadro, endam û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re şand.
Peyama Serok Bafil Celal Talebanî wiha ye:
Ey rêhevalên birûmetEger di dema borî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi têkoşîna çekdarî şer kir û zêdetir ji 26 hezar şehîdên xwe di rêya xaka Kurdistanê de pêşkêş kir, îro em di wê baweriyê de ne ku bi pabendbûna bi pêwîstiyên xelkê û têgihîştina rewşê, ya herî rast rêya têkoşînê têkoşîna siyasî ye ji bo parastina destkeftiyan, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û avakirina pêşerojê, geştir û aramtir.
Yekîtiya Nîştimanî bi nêrîn û stratejiyeke xurt siyaseta xwe di dewleta federal de dimeşîne, siyaseta ku Serok Mam Celal beriya me hemûyan dişopand, ev siyaseta aştî, bihevre jiyanê û hevpariya rast e. Em dizanin ku kûrahiya stratejîk a Kurdan li Bexdayê ye, ji ber wê jî em ji wir hewl didin ku pêgeh herêmê bihêztir bikin û mafên destûrî bidest bixin û jiyaneke hêja ji bo welatiyên me yên hêja dabîn bikin. Herwiha berdewamiya Yekîtiya Niştimanî li siyaseta niştimanî bo pirsên netewî û piştevanîkirina mafên gelê Kurd li her devereke cîhanê piştrast dikim.
Xwişk û biraEm hemû dikevin qonaxeke nû ya têkoşîna xwe ya rêxistinî û ji bo xurtkirina yekîtiya xwe em kongreya pêncemîn li dar dixin û ez piştrast im ku bi alîkariya Xwedê û dilpakiya we yên hêja emê bi ser bikevin û ji gelê Kurdistanê re mizgîniya yekitiya neteweyî ya bihêztir û berdewamtir bidin.
Ez dixwazim ji we re û ji bo gelê Kurdistanê bi giştî eşkere bikim ku em bi tundî bi nûjeniyê bawer in û em bi wan guhertinan re gav bi gav û xwe nû dikin û ev rastiyeke dîrokî ye ku xwîna nû bi berdewamî di diherike di damarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de.
Gelî hêjaDîrok îsbat kiriye ku Yekîtiya Nîştimanî xendeka saxlem a Kurdistanê û keleha saxlemiyê ye û dîroka tekoşîna me tijî destkeftî ye ta wê astê ku em ti hêzek ji me dilsoztir bi Kurdistanê re nabînin. Îro hêz û bandora Yekîtiya Niştimanî li herêmê û dewleta federal ji her kesî re diyar e û peywendiyên me yên navdewletî di asteke bilind de ne û diyar e ku hêza Yekîtiya Niştimanî tê wateya bihêzbûna navçe û Iraqê. Ji ber vê yekê divê di mejiyê hemû rêhevalên me de bi xurtî were çespandin ku endambûna Yekîtiya Netştimanî berpirsiyariyeke dîrokî, netewî û exlaqî ye. Divê hemû xebat û gavên we li gor siyaseta netewî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bin û armanca we xizmeta Kurd û Kurdistanê be.
Xizmên şehîdan, Pêşmergeyên kevin, girtiyên siyasî, kêmendamên di xendekan de ne
We gelek tişt daye Kurdistan û yekîtiya xwe, em dizanin ku dilsozî û dilpakiya we bû sedem ku Yekîtiya Niştimanî bibe partiya mezin û bibandor a niha li Kurdistanê û navçeyê.
Ez soz didim we û we dilniya dikim ku Yekîtiya Nîştimanî dê bibe heman yekîtîya ku we qurbanî daye û dê dilsozê xebat û berdewamiya we be, dilrast bin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê baweriya Serok Mam Celal û ya we ye em ê bi canê xwe biparêzin.
RêhevalinoHûn ku yekîtiyê di dilê xwe de kûr dikin û bi hêviyek li pêşerojeke geştir dinêrin, em ê bi hev re, bi yek ruh û yek armancê, ber bi kongreya pêncemîn ve, ber bi yekîtiyek bihêztir û nû ve bimeşin û em ê ronahiyek tomar bikin di dîrokek tijî rûmet ji bo Partiya Şehîdan.
Her tim şad û bextewar bin
Birayê we yê dilsoz
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

