Di kongreya pêncemîn de 3 encûmenên YNKê tên avakirin
Kurdistan 06:36 PM - 2023-09-25
PUKMEDIA
Serkeft Zekî
Biryare roja çarşema bê 27.09.2023 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêncemîn kongreya xwe li bajarê Silêmaniyê saz bike û endamekî mekteba siyasî dibêje: “Guhertin di pêkhateya wê partiyê de ji bo cîbicîkirina pêwîstiyên qonaxa bê û xizmeta gelê Kurd û girseyên Yekîtiya Niştîmanî bike li gor wê tevbigere.”
Endamê Mekteba Siyasî û endamê Komisyona Bilind a Kongireya Pêncemîn Serkeft Zekî di hevpeyvîneke televizyonî de ligel kanala satelîta ya Gelê Kurdistanê ragihand: “Di kongireya pêncem de dê 3 encûmen bên avakirin ku Encumena Serkirdayetiyê ye, Encumena Berjewendiyan, û Encûmena Şêwirmendî an Piştgiriyê.” Di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dê di pêkhateya partiyê û saziyên wê de guhertin çêbibin, ji ber ku li gorî bingeh û erkên saziyan dê hejmara mekteb û navendên rêxistinî bên kêmkirin.
Encûmena Şêwirmendî an Piştgiriyê, ku rasterast serperiştiya wê ji aliyê serok bi xwe ve tê kirin, ku dibe ku 100 endamên wê hebin, ew encûmenek e ku kadroyên nû, ciwan û jinan derxîne pêş, ku dê tê de bin, hin dê di paşerojê de rêbertiyê ava bikin û dê bibe komîteyek bikêrhatî ku li gorî pêşniyarên serok erkên xwe pêk bîne."
Endamê Komisyona Bilind a Kongireya Pêncemîn diyar kir: “Hejmara endamên Mekteba Siyasî dê 10 endam in û hejmara endamên Encûmena Serkirdayetiyê jî 51 endam pêk bê, di nav wan de Serok Bafil Celal Talebanî. Guhertinên sîstema navxweyî ya partiyê û prensîba navendîbûna di rêxistina partiyê de dê were pejirandin û lihevhatinek di biryaran de hebe.” Piştî kongreyê , Yekîtiya Niştimanî dê bibe partiya kedkaran û girseyan. ‘’
Serkeftt Zekî diyar kir: ‘’Yekîtiya Niştimanî dê mekanîzmaya rêveberiya partiyê biguhere da ku xizmeta berjewendiyên giştî bike û pêwîstiyên girseyên gelê Kurdistanê pêk bîne.’’
Yekitiya Niştimanî roja çarşema bê, pêncemîn kongreya partiyê bi beşdariya 600 endaman li Silêmaniyê dê li dar bixe û di yekemîn roja xwe de, kongire dê mêvandariya nûnerên partî, rêxistin û kesayetên fermî û nefermî yên Kurdistanî, Iraqî û navdewletî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

