Li Silêmanî, Bexda û Necefê wê Salvegera wefata Rûmeta Welat bê bîranîn
Kurdistan 04:18 PM - 2023-09-25
PUKMEDIA
Logoya Saziya Serok Celal Talabanî
Saziya Serok Celal Talebanî Bexdad
Îsal salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal (rûmeta welat) de berevajî salên borî, biryar e merasîm bi danîna tacegulan li ser gora Mam li Silêmaniyê dest pê bike û li Necefê bi dawî bibe,her wiha Kurtefîlmek li ser jiyana Serok Mam Celal hatiye amadekirin û di rojên pêş de wê ware nîşandan.
Balyoz Dr. Mihemed Sabîr Berpirsê Saziya Serok Celal Talebanî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Amadekariyên me yên ji bo salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal bi dawî bûne û wê bîranîn li Silêmanî, Bexda û Necefê were lidarxistin û ji bilî 10’ê Cotmehê li Silêmaniyê kurtefîlmek li ser jiyana Serok Mam Celal bê nîşandan.
“Roja 3’ê Cotmehê ku hevdem e bi salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal re, merasîm bi danîna tacegul li ser gora Mam Celal li Dabaşanê dest pê dike , ku ji aliyê Sekretariya Serok Mam Celal ve tê lidarxistin. Piştre jî saet 4ê êvarê dê li Bexdayê bi çavdêriya serokomarê Iraqê merasîmek were lidarxistin û serkirdeyên Iraqê jî tê de beşdar dibin û dê gotarên xwe pêşkêş bikin.” Serokê saziya serok Celal Talebanî dibêje.
“Di çarçoveya salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal de, 4ê Cotmehê saet 11:00 bi roj li bajarê Necefê, Saziya Celal Talebanî û Weqfa Behrulumê dê civînekê li dar bixin û û tê de gelek panel û gelek lêkolîn cih digirin li ser Serok Mam Celal wê werin pêşkêşkirin.
Rêkefta 17-12-2012 Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serok Mam Celal bi sedema têkçûna rewşa tendirustiyê bo çareseriya pizîşkî bo Almanya hat şandin û mixabin roja 3-10-2017 kirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

