Serok Bafil: Hevrêzî û çalakiya hevpar ji bo bidestxistina aramiyê faktorên bingehîn in
YNK 04:17 PM - 2023-09-21
Nivîsgeha ragihandinê yê serok Bafil
Cîvina serok Bafil digel emîndarê giştç yê partiyan cemewerê niştimanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê li gel Sekreterê Giştî yê Partiya Cemewerê Niştîmanî birêz Ehmed El Cibûrî (Ebû Mezên) civiya.
Di hevdîtinê de behsa çarekirina kêşeyên siyasî li ser bingeha destûrê hate kirin û her du alî daxwaz ji hemû aliyan kirin ku ji bo bidestxistina berjewendiyên herî bilind hevkar û hemaheng bin.
Her wiha êrişa terorîstî ya ku balafirgeha Erbetê kiribû armanc hat şermezarkirin û tekezî li ser yekkirina helwestan ji bo parastina ewlehî û aramiya navçeyê hat kirin û daxwaz hat kirin ku pirsgirêkên girêdayî pirsa mûçe û debara jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bên çareserkirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi siyaset û stratejiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkan û got: Em piştevaniya her pêngavekê dikin ku aramî û bexteweriya hevwelatiyan be û hemahengî û kiryara hevbeş faktoreke serekî ye bo bidestveanîna wê armancê.
Serok Bafil di derbarê veguherandina Helebceyê bo parêzgeh û qerebûkirina wê de jî daxwaza yekgirtina gotara siyasî ya partiyan kir û got: Xizmetkirina Helebce pirseke exlaqî ye û divê em hemû hewl bidin daku mafên wê bên garantîkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

