Kadroyên navend û ofîsan nûnerên xwe ji bo konferansa pêncemîn hildibijêrin
Kurdistan 10:49 AM - 2023-09-21
PUKMEDIA
çalakiyên konferansa pêncemîn
Îro
pêncşemê di çarçoveya amadekariyên berdewam yên ji bo lidarxistina pêncemîn
konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, çalakiyên konferansên ofîs û
navendên Yekîtiya Niştimanî dest pê kir.
Berdevkê pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Telar Letîf ji PUKMEDIA re ragihand: Di çarçoveya amadekariyên
berdewam yên ji bo lidarxistina pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî, kar û
çalakiyên konferansên ofîs û navendan dest pê kir.
Wê got jî: proseya hilbijartinan demjimêr 8ê sibê
dest pê kir û wê di demjimêr 4ê piştî nîvro bi dawî tê di heyama proseyeke
demokratî bo hilbijartina endamên kongireya pêncem, ku lîsteya dengderan û
berbijaran di heyama du rojên borî de li ofîsên navendî hatibû amadekirin.
Biryar e roja 27.09.2023 Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bi beşdariya 600 endaman li bajarê Silêmaniyê pêncemîn konferansa
xwe lidar bixe.
Wê diyar kir: Hejmara dengderan di navendên rêxistina
Yekîtiya Niştimanî de 2495 endam in û 175 endam ji bo beşdariya di kongireya
pêncem de hildibijêrin, û hejmara dengderan di ofîsên Yekîtiya Niştimanî de 779
endam e ji bo hilbijartina 85 endaman ji bo beşdariyê di kongreyê de.
Ji aliyê xwe ve Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê Stran Ebdullah ragihand: Di çarçoveya amadekariyên
berdewam yên ji bo lidarxistina kongireya pêncem, çalakiyên konferansên navend
û ofîsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê kir û rêheval dê nûnerên xwe
ji bo konferansa pêncemîn hilbijêrin.
Got jî:
Konferans dê li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin û di roja yekem de gelek
mêvan beşdar dibin û ev rêbazeke serkeftî ye ji bo nemir serok Mam Celal û dê
di rojên mayî de jî berdewam be. Tekez jî kir ku konferans dê di bin dirûşmeya
nûkirina kar û xebatê... yekdengî di biryarê de were lidarxistin û dê guhertin
di platforma partiyê û hejmara endamên Encûmena Serkirdayetiyê de bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

