Serok Bafel: Divê hikûmeta Iraqê dawî li binpêkirina serweriya dewletê bîne
Kurdistan 04:15 PM - 2023-09-20
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî hevdîtinan pêk tîne
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê li gel birêz Nûrî Malikî Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa civiya.
Di hevdîtinê de her du alî pêşhatên dawî yên siyasî, êrîşa terorîstî ya li ser Firokexaneya Erbetê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mûçeyên karmendan li Heremê de hate nirxandin û tekez li ser hemahengî û hevkariya di navbera aliyên siyasî de hate kirin, daku bi vê armancê were çareserkirin ku pirsgirêkan derbas bike li ser esasê destûrê bi awayekî ku mafên hemûyan misoger û çareser bike.
Di beşeke din ya civînê de êrîşa terorîstî ya li ser Firokexaneya Erbetê hate şermezarkirin û daxwaz ji hikûmeta Îraqê hate kirin ku bi erkên xwe yên destûrî cîhbicîh bike û dawî li binpêkirinan bîne û ti hêncetekê nehêle ku derbasî esman û axa welat bibe.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi mûçe û debara jiyana hemwelatiyên Kurdistanê û pirsa avakirina parêzgeha Helebce kir û got: Çareserkirina pirsgiêkêm darayî û dûrxistina mûçeyên karmendan ji pirsgirêkên siyasî divê ji karên me yên pêşîn be û divê welatiyên me ji vê zêdetir di nava fikaran de nemînin.
Di derbarê dirustkirina parêzgeha Helebce jî Serok Bafil Celal Talebanî got: Helebce û xelkê wê hêjayî rêz û dilsoziyê ne û avakirina wê weke parêzgar divê xema me hemûyan be û daxwaz ji hemû aliyan dikim ku bi berpirsyarî bi vê dosyeyê re mijûl bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

