Amerîka êrîşa li ser firokexaneya Erbet şermezar kir
Kurdistan 10:00 PM - 2023-09-19
PUKMEDIA
Balafirgeha Erbet
Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski êrîşa li ser firokexaneya Erbet şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Balyozê Amerîka li ser Twitterê got: "Em êrîşa li ser firokexaneya Erbet li parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Em piştgiriya xwe ji bo rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya Iraqê ku şert û mercên aramî û ewlehiya welat in, dubare dikin."
Her wiha got:"Em sersaxiyê ji kesên ku di vê êrîşê de xizmên xwe ji dest dane re dixwazin."
//
Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Kurdistanê_CTG hatibû:’’Duh duşemê 18/9/2023 piştî nîvro firokexaneya Erbet a Çandiniyê ya Silêmaniyê bi firokeyeke bê firokevan bû armanca êrişên dagirker û neyarên aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ku mixabin 3 rêheval û pêşmergeyên Qehremanê Dij Terrorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.’’
Her wiha Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Kurdistanê got:’’ Em sersaxiyê ji şehîdên hevalên xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Em dixwazin ji her kesî re diyar bikin ku me lêkolînekî berfireh li ser vê tawana terorîstî ya ku ji aliyê xizmetkarên biyanî û sîxurên xwecihî ve hatiye kirin, bê ceza namîne û her aliyek û sîxurekî ku alîkariya wan bike dê rûbirûyê ceza, yasa û wijdanê miletê me bibe û tolhildana şehîdên me erkê me ye û em rê nadin xwîna wan a geş bi erzanî biçe.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

