Amadekariyên Kongreya 5’em li mekteb û navendan dest pê dikin
Kurdistan 07:11 PM - 2023-09-19
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, amadekariyên kongreyê
Di çarçoveya amadekariyên kongreya pêncem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, komîteyên dezgehên helbijartinan ji bo vekirina derî li ber namzedên ku dixwazin beşdarî kongreyê bibin û her hevalekî ku navê wî li ofîsa ku lêye û dezgeha hilbijartinê hatiye tomarkirin, derfeta beşdarbûna kongreyê heye.
Deriyê namzetiya bo kongreyê dê li buroyan bê vekirinSeroka Lijneya Hilbijartinê ya Buroya Ragijandinê ya YNK’ê Ajêr Kerîm ji PUKMEDIA’yê re axivî û got: “Ji îro ve 19-9-2023, ev du roj in me deriyê endamên buro û baregehan vekiriye, ji endam alîgir û şêwirmendên û hevalên xwe re ji bo namzediya kongreya pêncemîn a YNK’ê ku biryar e di 27’ê Îlonê de bê lidarxistin. Her wiha got:"Endamên mekteb û hevalên şêwirmend û piştgir dikarin di van du rojan de serdana buroyên xwe bikin da ku navên wan di tomara dengdêran de bin û her hevalekî ku bixwaze beşdarî kongreya pêncemîn bibe, derî vekirî ye."
Konferansa mekteb û navendan dest pê dike
Endamên mekteb û hevalên encûmena şêwirdarî piştgiriya derfeta namzediya xwe bo pêncemîn kongreya YNKê heye û di rojên bê de dê kongireya mekteb û baregehan dest pê bike.
Endamê Encûmena Şêwirmendiya Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Omer Kerîm ji PUKMEDIA re ragihand: “Her rêhevalekî ku navê wî di lîsteya tomarkirina buroya wî û dezgeha hilbijartinan de hebe, wê derfet hebe ku beşdarî kongreya pêncemîn a YNKê bibe.’’
Omer Kerîm got: "Di rojên pêş de bi serperiştiya Dezgeha Hilbijartinê dê konferansa mekteb û navendan dest pê bike û hevalên nûneratiya mekteb û navendan dê beşdarî kongreyê bibin."
Wê 600 endam di kongreyê de beşdar bin
Derbarê pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku biryar e di 27.09.2023 de were lidarxistin, Pola Sîrwan Talebanî got: 600 endam ji hemû ofîs, navend û saziyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di kongreyê de wê beşdar bin. Biryar e komîsyon di nava çend rojên bê de mekanîzmayên hilbijartina endaman diyar bike û diruşma sereke ya kongreyê de wiha hat gotin: “Nûbûn di çalakiyê de û Yekdengî di biryardanê de.” Ev kongre stasyoneke nûkirina Yekîtiya Niştimanî ye û biryar li ser mijarên giring bi yekdengî wê bêne standin, herwiha bername û nêzîkatiya navxwe ya partiyê jî li gor rewşa niha ya Herem, Iraq û navçeyê were guhertin.
Berdevkê Fermî yê Kongireya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Talar Letîf di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: Derbarê amadekariyên konferansê de, amadekariyên lidarxistina kongireya pêncem a Yekîtiya Niştimanî berdewam in û komîsyonê biryar da ku Nasnameya endamên hertimî yên konferansê birêxistin bike, endamên niha û berê yên Encûmena Serkirdayetiyê û endamên Encûmena Bilind a Siyaset û Berjewendiyan û Pêşmerge.” 1976”.
Roja 27.09.2023ê pêncemîn kongreya YNK wê were lidarxistin
Di 20.08.2023ê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîna Mekteba Siyasî ya YNKê li Kerkûkê kir. têda biryar hat girtin roja 27.09.2023ê pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) were lidarxistin û di çarçoveya amadekariyên kongreya pêncemîn de biryar e di rojên pêş de hilbijartin bo endamên kongreyê were lidarxistin.
Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêncemîn kongreya partiya xwe li bajarê Silêmaniyê saz dike, berî ku beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibe ku biryare 18ê Kanûna Yekem a 2023an birêve biçe û di 25ê Sibata 2024ê de jî parlamentoya Kurdistanê were hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

