Cefer Şêx Mistefa: Têkbirina ewlehiya Herêma Kurdistanê karekî tirsonek e
Kurdistan 02:07 PM - 2023-09-19
PUKMEDIA
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa di daxuyaniyekê de êrişa li ser firokexaneya Erbet a Çandiniyê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê şermezar kir.
Şêx Cefer Şêx Mistefa di daxuyaniya xwe de got: Armanca armanckirina Firokexaneya Çandiniyê ya Erbetê têkbirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye û erkê aliyên pêwendîdar li Herema Kurdistanê û Iraqê jî parastina keramet û serweriya welat e.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê got: Em bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser Firokexaneya Çandinî ya Erbet şermezar dikin û eşkere ye ku armanca operasyona hovane têkbirina ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku erkê berpirsên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ye ku rumet û serweriya welat biparêzin û rê li dûbarebûna êrîşên terorîstî bigirin daku herêma me nebe qurbanê nakokî û pirsgirêkên navçeyî û navdewletî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

