Pêwîstiya yekrêziyê ji bo rûbirûbûna metirsiyên li ser Kurdistanê
Kurdistan 12:40 AM - 2023-09-19
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştiman ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi tundî êrişa îro ya li ser firokexaneya çandiniyê ya navçeya Erbet a parêzgeha Silêmaniyê şermezar kir û got: “Ew êrîş ji bo têkdana aramî û asayişa Herêma Kurdistanê bi giştî û sînorê Silêmaniyê bi taybetî hatiye çêkirin.”
Teksta daxuyaniyê:
Êrîşa dijminane ya li ser Balafirgeha Çandiniyê ya Arbatê, êrîşeke li dijî tevahiya Herêma Kurdistanê û beşek ji sînorê Iraqa Federal e.
Kiryara tawankar û dijminane ya îro li dijî firokexaneya çandiniyê ya Erbetê, binpêkirineke tund e li dijî Herêma Kurdistanê û pêkanîna komploya dijî mirovatiyê ye ku ji bo têkbirina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê bi giştî û Silêmaniyê bi taybetî hatiye çêkirin.
Em bi tundî vê tawanê şermezar dikin û tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdistanî bo şerê li dijî gefên li ser herêma me dikin.
Em êrîşên bi vî rengî yên dijminane li ser her devereke Herêma Kurdistanê wek êrîşek li ser beşekî ji erdnîgariya Iraqê dihesibînin, her êrîşek li ser her yekîneyeke hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi fermî di nav hêzên çekdar ên Iraqê û destûra herdemî de hatine naskirin, tê wateya êrîşa li ser sîstema ewlekarî û leşkerî ya Iraqê .Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku li hember van êrişên tirsonek û dijminane yên dagirkeran bêdeng nemîne û dijminên welatê me kêfxweş neke.
Ji bo bersivdayîna siyasî û dîplomatîk û şermezarkirina van êrîşan, em bang li civaka navneteweyî û navendên têkoşîna azadiyê dikin gel me peyama şermezarkirina sûcên bi vî rengî û sûcdarên wan ên ku bûne metirsî li ser tevahiya mirovahiyê ragihînin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku ji bo parastina aramiya herêma me şehîd bûne û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Şerm û riswabûn ji bo dagirkerên li ser welatê me.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

