Em paşxistina proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce red dikin
Kurdistan 06:21 PM - 2023-09-18
PUKMEDIA
Parêzgeha Helebceyê
Fraksyonên Kurdistanî li civata nûneran ji bilî Newayê Nû îro Duşemê derbarê biryara paşxistina xwendina sêyem ya proje yasaya avakirina parêzgeha Helebceyê di rûniştina îro de civîneke çapemeniyê li dar xistin û bang li Meclisa Nûneran kir ku di zûtirîn dem de pêşnûmeyê bihewîne û pesend bike.
Herêm Kemal Axa, serokê fraksyona Yekîtîya Niştîmanî di Civata Nûneran de, li ser navê hemû pêkhateyên Kurdistanî, di prêskonfiransê de ragihand: “Derengxistina xwendina sêyem ya proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce, bi hincetên cuda, ne çaverêkirî bû. Di demekê de ku me beriya civînê ji hemû pêkhateyên parlamentoyê re ragihandibû ku ew proje derbas bûye û wan jî hevxemiya xwe nîşan dan.”
Herêm Kemal Axa daxwaz kir: “Meseleya Helebceyê bi mijarên din re neyê tevlihevkirin, ji ber ku proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce wek diyariya herî biçûk ji xelkê bajêr re tê dîtin ku li Iraqê bi destê rejîma Beisê qurbaniyên bêhempa dane.Ti astengiyek destûrî nîne ku Helebce bibe parêzgeh û Helebce beşeke mezin ji proseya demokrasiyê ya Iraqê ye.”
Got jî: Em wek fraksyonên Kurdistanî daxwazê ji hemû fraksiyonên perlemanî li civata nûneran dikin ku li ser vê pirojeya me razî bin daku em hemû hewl bidin ji alîyê yasayî ve Helebce bibe parêzgeha 19 ya Îraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

