Di kongreyê de bername û pêkhateya YNKê dê ji nû ve bê dîzaynkirin

Kurdistan 04:45 PM - 2023-09-18
Stran Ebdullah  PUKMEDIA

Stran Ebdullah

Kongreya Pêncemîn a YNKê Stran Ebdulla

Endamê Mekteba Siyasî  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ,di derbarê kongreya pêncemîn de got: YNK dê hêviyê li welatiyan vegerîne û kongre dê bername û pêkhateya partiyê ji nû ve dîzayn bike û biguhere.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah di hevpeyvînekê de ligel televizyona gelê Kurdistanê de, ku biryar e demjimêr 19:00ê êvarê were weşandin, behsa karê kongreyê û guhertinên nû di partiya xwe de kir û got: “Ev kongre dê hêviyê ji bo welatiyên Kurdistanê bîne û bandorê li jiyana welatiyan bike, bername û pêkhateya partiyê ji nû ve bê dîzaynkirin û guhertin.’’
 “Niyeta YNK’ê di karê xwe de nûbûnî  heye û heval dê di vê kongreyê de behsa wê bikin.Alternatîfa YNKê her  YNK ye, ji ber ku di dema borî de gelek hêz hatin û xwe ceribandin û gotin emê biguherînin, lê piştre rastiya siyasî nîşan da ku guhertin ji aliyê YNKê ve dikarin bên kirin.” Stran Abdullah wiha dibêje
Her wiha got: "Pêwîste aliyên siyasî ji biryaran paşde gav neavêjin û YNK dê bi xwîn biryarên xwe biparêze, YNK partiyek e ku hertim ji hevpeymanî û karê hevbeş hez dike û xwe berpirs dibîne û hertim biryarên xwe diparêze.’’
Endamê Mekteba Siyasî got:“Bûyerên ku di dema borî de bi ser YNKê de hatin, bûn sedem ku jiyan û refaha welatiyan kêm bibe, lê eger bi nêrîna YNKê kar bikira, dê mafên miletê me dabîn bibûye û daxwazên gelê me bi cih bihata.”
Stran Ebdullah di beşeke din ji axaftinên xwe de got:“Slogan û têgihîştina YNKê têgihîştin û ramanên gelê Kurde û erkê YNK’ê ye ku parastina wan bike, bi taybetî jî jiyan û debara hemwelatiyan, ku di vê qonaxê û ya dahatû de ,di rêza yekem a xebata YNK’ê de cih digire. ‘’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike