Encumen dengdanê li ser pirojeyasayê parêzgehbûna Helebce dide
Kurdistan 11:14 AM - 2023-09-18
PUKMEDIA
Parêzgeha Helebce
Biryare îro Duşemî 18.09.2023, Parlamentoya Êraqê xwendina sêyem a projeyasaya parêzgehbûna Helebce bike û deng li ser bide.
Li gorî rojeva
civîna 15. a Meclisa Nûneran ku ji aliyê Dezgeha Ragihandinê ya Encumena
Nûneran ve hat weşandin, rûniştin di demjimêr yek piştî nîvro de dest pê dike û
xala duyemîn a rojevê jî “Dengdana li ser Proje yasaya parêzgehbûna Helebce li
Komara Êraqê ye”.
Biryar bû di
rûniştina roja pêncşema borî de deng li ser proje qanûnê bihata kirin, lê ji
ber nebûna rêjeya endaman rûniştin nehat kirin.
Piştî hewl û
hewlên berdewam yên fireksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Serokatiya
Encûmena Nûneran biryar da ku dengdana li ser proje yasaya parêzgehbûna Helebce
jî di civîna Encûmenê de were kirin.
Di vê derbarê de,
endama fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlementoya Êraqê Çiro
Hema Şerîf di daxuyaniyeke berê de ji PUKMEDIA re ragihandibû: “Yekitiya
Niştimanî ya Kurdistanê li civata nûneran çendîn caran daxwaza dengdanê li ser proje
yasayê bikeve rojeva civînên encûmenê û pirsa parêzgehbûna Helebce bi fermî
were encamdan.” Wek parêzgeha 19emîn li
Êraqê û di vê
çarçoveyê de, Serokê Encûmena Nûneran bang li Lijneya Parêzgehan kir ku tedbîrên
pêwîst bigrin û deng li ser proje yasayê bidin.”
Di gotûbêjên
pêkanîna hikûmeta Êraqê de, mijara parêzgehbûna Helebce yek ji xalên ku ji
aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ve pêşkêşî
serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî hat kirin. fireksiyon jî hewlên
xwe ji bo temamkirina pesendkirina proje yasayê zêde kir, heta ku serokatiya
civata nûneran biryar da ku ev pirs di rûniştina bê ya encûmenê de were
cîbicîkirin.
Meclîsa Nûneran di
24.04.2023an de xwendina yekem a proje yasaya avakirina parêzgeha Helebceyê û
di 4.5.2023ê de jî xwendina xwe ya duyem kir.
Di 07.09.2023ê de,
Wezareta Plandanan a Federalî nexşeyên hûrgilî yên sînorên îdarî, parêzgeh,
navçe û navçeyên parêzgeha Helebce bi awayê dawî pejirand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

