Xalid Şiwanî: Me hewl da ku li ser pişka herêmê bigihin hevdengekê
Îraq 01:21 PM - 2023-09-17
PUKMEDIA
Xalid Şiwanî
Civata
Wezîrên Êraqê ji bo gotûbêjkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê bicive û
biryarê li ser rêjeya pereyên ku ji herêmê re wek pişka wê ya mehane tê şandin
dide,Wezîrê Dadê dibêje: “Me daxwaz kir ku mehane 500 milyar dînar ji herêmê re
bê şandin, bibe 800 milyar dînar, ji bo vê jî me hewl da ku li Encumena Wezîran
lihevkirinekê bidest bixin.
Xalid Şiwanî: Em geşbîn in ku Encumen wê ligor berjewendiya giştî biryarê bideWezîrê Dadê yê Êraqê Xalid Şiwanî di daxuyaniyekê de ji Kurdsat Newsê re ragihand di civîna îro yê encumena wezîran de pirsa mafên darayî yê Herêmê dixin berdem encumenê û emê li bendê bin ku Bexdad 2 tirilyon û 400 milyar wek pişka 3 mehan bo Herêmê bê şandin ku ji bo mûçe hatibû xwestin.
Herwaha got: “Em geşbîn in ku Encûmena Wezîran biryareke dilxweş li ser mafê darayî yê xelkê Herêma Kurdistanê bide ji ber ku ev çend roj in em bi hemû wezîr û aliyên siyasî yên Êraqê re danûstandinê dikin ji bo ku em li ser daxwazên teqez ên karmendên Herêma Kurdistanê bigihin hevdengekê û li ser vê mijarê têgihîştinek heye, ji ber wê jî em wisa difikirin ku ew mûçe dê di berjewendiya her kesî de be.
Ew lê zêde dike:
Got jî: Berê bo her sê mehan deng li ser 500 milyar dînar dihat dayîn ku ji Herêmê re bê şandin, lê em pêwîst dibînin ku ew rêjeyê herî kêm bo 800 milyar dînar bê zêdekirin. Heta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaribe mûçeyên karmendan dabeş bike û pêdiviyên fermangeh û saziyên hikûmetê birêve bibe."
Di civînê de daxwazên şanda Herêmê yek alî dibeHerêma Kurdistanê ji Êraqê daxwaza 800 milyar dînar dike wek pişka Herêmê bo 6 mehan û tekez li ser wê yekê jî dike ku eger hikûmeta Federal wê pereyan bişîna wê mûçeyên meha 7,8,9 dabeş bike.
Her di wê derbarê de berî niha endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Nermîn Mairûf ji PUKMEDIA re ragihandibû ku: Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza 4 trilyon û 800 milyar dînar wek pişka herêma Kurdistanê bo şeş mehên dawî yên îsal kiriye.
Şanda Herêmê li gel sê serokatî û aliyên Êraqî daxwaz kiriye ku pişka Herêmê ya van şeş mehên dawî ku mehane 800 milyar dînare kiriye.
Biryare îro civata wezîrên Êraqê civîneke asayî lidar bixe û têde çend mijar û pêşinyarên şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ya derbarê şandina mafên darayî yên xelkê herêma Kurdistanê pêşkêşî serok wezîrên Mihemed Şiye Sûdanî û alîyên sîyasî kirine, bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

