YNK dê bi hejmarên (142, 120, 134,226) beşdarî hilbijartinan bibe

Kurdistan 08:17 PM - 2023-09-16
Navçeyên Kurdistanî PUKMEDIA

Navçeyên Kurdistanî

YNKê Kerkûk Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li Diyalayê dibe û li parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Kerkûkê jî hevpeymaniyek ava kiriye.
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan hejmara namzedên hilbijartinên encumenên parêzgehan eşkere kir, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê (YNK)  bi slogan ‘’Hevpeyîmana Kerkûk Hêz û îradeya me ye’’,dê beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê bi hêjmara 142 bibin .Her wiha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi lîsteya hejmara 120 li parêzgeha Diyala , li parêzgeha Nînewayê, hejmara 134 bi nave hevbendiya Yekîtiya Xelkê Nînowa wergirt û li  Selahedîn bi navê koalîsyona Neteweyî ya Gel e û bi hêjmare 226  jê re hat dayîn
Hevpeymaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê 30 namzed hene.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê got: "134 lîste hene, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 namzedên serbixwe."
Biryare di 18ê Kanûna 2023an de hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn bên kirin.
Roja 5-8-2023, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê  ji bo beşdariya di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê yên li Kerkûkê de hevpeymaniyek pêk anîn.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket