Mekteba Siyasî: Di vê qonaxê de divê herî pêşîn jiyana welatiyan be
Kurdistan 06:41 PM - 2023-09-16
PUKMEDIA
Mekteba Siyasî bi serpereştiya BafIl Celal Talebanî civiya
Îro Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîna Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li Kurdistan, Iraq û navçeyê bi taybetî pirsa mûçe û refaha hemwelatiyên Kurdistanê û dawîtirîn hewlên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya serdana Bexdayê û hevdîtinên ligel hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Mekteba Siyasî tekez li ser wê yekê kir ku giringiya vê qonaxê divê mûçe û jiyana welatiyan be, ji bo vê mebestê jî giringe rol û hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê di vî warî de hebe.
Her li vê civînê de behsa serdana şanda YNKê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî ji bo Komara Îslamî ya Îranê û hevdîtinên wê yên ji bo pêşxistina peywendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Komara Îslamî ya Îranê hate kirin û bi avakerî berjewendiyên Kurdistan û Iraqê hatin nirxandin.
Di civînê de, Mekteba Siyasî behsa amadekariyên dawî yên ji bo lidarxistina kongreya pêncem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û tekezî li ser pesendkirina tedbîrên ji bo lidarxistina kongreya serkeftî ya 27 Îlonê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

