Kurd ji bo para herêmê yekgirtî ne
Kurdistan 07:16 PM - 2023-09-15
PUKMEDIA
Dr.Narmîn Ma'rûf
Endamê Lijneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê got:’’ Lihevkirina kurdan li ser asta hikûmet û partiyan li Bexdayê îsbat kir ku pirsa bûdce û qutê welatiyan pirseke niştimanî ye û berevaniyê li wê dike,şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza 4 trîlyon û 800 milyar dînar weke pişka herêmê bo şeş mehên dawî yên îsal li Iraqê kiriye, ku dê di civîna dahatî ya Encûmena Wezîrên Iraqê de biryar bê dayîn.
Endama Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr.Narmîn Ma'rûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: "Yekîtiya Kurdan careke din ji aliyên Iraqî re îsbat kir ku mijara bûdce û mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê pirseke niştimanî ye û hemû aliyên Kurdistanî yên ku nûneratiya gelê Herêma Kurdistanê dikin, piştgiriya wê dikin."
“Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel her sê serokatî û aliyên Iraqî daxwaz kiriye ku pişka herêmê bo mehên (7-8-9-10-11-12) îsal ku mehane 800 milyar dînar be. Ma'rûf got ku bi navînî 4 trîlyon û 800 milyar dînare.’’
Her wiha got:“Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên partiyan li Bexdayê tekezî li ser wê yekê kirine ku eger hikûmeta Iraqê wan pereyan bişîne, dê ji bo mûçeyan were terxankirin û hewl didin mûçeyên meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê bên dabeşkirin û dê dê di mehên pêş de her meh mûçeyan di dema xwe de bê parve kirin.’’
Dr. Narmîn Ma'rûf got:“Eger Encumena Wezîran a Iraqê roja Yekşema bê biryar bide ku pereyê Herêma Kurdistanê bişîne, îhtîmal e ku hemû pereyên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine xwestin neşîne,dibe ku ew pêşî para ku dê mûçeyên sê mehên borî bigire bişîne.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

