Sûdanî ji şanda hikûmetê re: Em li ser dîtina çareyên radîkal cidî ne
Kurdistan 11:11 AM - 2023-09-14
PUKMEDIA
Şanda Herêmê li Bexdadê
Îro pênşemî 14.9.2023 Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda li gel kir.
Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Êraqê, di hevdîtinê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên yasayî û darayî yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de, li gorî destûr û qanûnê hat kirin."
Serokwezîrê Encumena Wezîran a Federalî li gorî daxuyaniya ofîsa xwe teqez kir, ku nêzîkatiya hikûmeta niha girêdayî prensîba xebatê ye ji bo pêkanîna aramiya herdemî dûrî cudahiyan, û tekezî li ser cidiyeta hikûmetê di dîtina çareseriyên radîkal de ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên Herêma Kurdistanê kir. û balkişand li ser wê yekê ku hikûmetê kar kiriye û niha jî kar dike ji bo ku bandor li ser Pêdiviyên jiyaneke minasib ji bo hemwelatiyên Êraqê û di nav de hemwelatiyên herêmê, bêyî ti pirsgirêkek yasayî û îdarî.
Şanda pilebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro danê sibê giheşte paytexta Bexdayê û li gel hikûmeta federal derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî gotûbêj kir.
Berdevkê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Şanda pilebilind a Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Awat Şêx Cenab Wezîrê Darayî û Omêd Sebah
Serokê serokê dîwana serokatiyê û Amanc Rehîm Sekreterê Encûmena Wezîrên Herêma
Kurdistanê.
Got jî:
Şanda bilind dê li gel berpirsên hikûmeta federalî pirsa pişka herêma
Kurdistanê ji bûdceya federalî gotûbêj bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

