Al-Monitor: Qesra Spî bersiva Serokwezîr nade
Kurdistan 11:23 PM - 2023-09-12
PUKMEDIA
Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Amerîkayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek roja sê îlonê ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re şand û dilgiraniya xwe ya derbarê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê nîşan da.
Di nameyê de Serokwezîr dilgiraniya xwe nîşan da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî û aborî de felc bûye û li dijî wê kempînek hatiye destpêkirin ku metirsiya rûxandina hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Serokê Amerîkayê kir ku di zûtirîn dem de destêwerdanê di pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bike û pirsgirêkan çareser bike. Ji ber ku weke ku di nameyê de hatiye diyarkirin, pirsgirêkên heyî qonaxeke dîrokî ye û dibe ku neyên derbaskirin.
Al-Monitor ragihand ku Qesra Spî hîn bersiv nedaye nameyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

