Divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bên çareserkirin
Kurdistan 07:54 PM - 2023-09-11
PUKMEDIA
Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir
Cîgirê Serokwezîr Gubad Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir û di wê hevdîtinê de pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi taybetî pirsa bûdce û mûçeyên karmendan gotûbêj kirin.
Di civînê de ku îro duşemî 11.09.2023 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Mark Straw Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku di zûtirîn dem de pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin, bi taybet navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ,bûdce û mûçeyên karmendên Kurdistanê jî.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî rûbirûyê metirsiyên cidî ne, eger nekarin bi lez li ser pirsgirêkên navxweyî derbas bibin, qeyran dê kûrtir bibe û hişyarî da ku her ku em eger derfetan zêdetir ji dest bidin, dê çareserkirina pirsgirêka û qeyranan dijwar û aloztir bibe.
Cîgirê Serokwezîr got ku ew amadene hemû gavên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçeyê welatiyan bavêjin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

