Serok pêşniyara şandina tîmeke parêzeran bo Kerkûkê dike

Kurdistan 06:09 PM - 2023-09-03
Kerkûk PUKMEDIA

Kerkûk

Kerkûk Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî pêşniyar kir ku Navenda Karûbarên Yasayî ji bo parastina mafên şehîd, birîndar û kesên ku ji aloziyên duh şemiyê li Kerkûkê ziyan dîtine, tîmeke parêzeran bişîne Kerkûkê.

Berpirsê Navenda Karûbarên Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Talar Latif derbarê mijarê de got: “Serok Bafil Celal Talebanî pêşnîyara Navenda Karûbarên Yasayî kir ku tîmeke parêzeran ji bo parastina mafên qurbaniyên aloziyên li Kerkûkê amade bike û dosyayên wan bi awayekî yasayî biparêze.
Talar Letîf her wiha got: "Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê bi tundî berevaniyê li Kerkûkê û welatiyên wê bike, rewşê ji nêzîk ve bişopîne û tedbîrên yasayî yên pêwîst ji bo bidestxistina mafên hemû şehîdan, birîndaran û hemû kesên ku ziyan dîtine."
Di encama aloziyên bi êş ku di nava bajar û welatiyên wê de derketine, 4 xortên Kerkûkê şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne. bi fermana Serok Bafil Celal Talebanî dest bi amadekirina tîmeke parêzeran kirin ku wan bişînin Kerkûkê.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket