Aso Mamend ji bo rewşa Kerkûkê: Baregehek ewa nayîne

Kurdistan 10:47 PM - 2023-09-02
Aso Mamend PUKMEDIA

Aso Mamend

YNKê Kerkûk

Kargirê Mekteba Siyasî ya YNKê behsa bûyerên dawî yên Kerkûkê dike û got: “Ev pirsgirêk di demeke xirab de derbas dibin û em van aloziyan şermezar dikin û dibêjin ku navendek ne hêjayî alozî û pirsgirêkên di navbera Kurd û Ereban de ye.’’
Kargirê  Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Aso Mamend di bernameyeke televîzyona Kurdsat de got; "Mixabin pirsgirêka baregeheke PDK'ê li Kerkûkê bû sedema xwepêşandanan û ev çend roj in em hewl didin li ser wê yekê kar dikin, ku mixabin îro di encamê de şehîd û birîndar çêbûn."
“Em hewl didin pirsgirêkan bi hikûmeta navendî re çareser bikin da ku ev nakokî nedomin û xelkê Kerkûkê zirarê nebînin.’’Aso Mamend got
Kargirê Mekteba Siyasî got: “Weke YNK emê hemû hewlên xwe didin ji bo jinavbirina aloziyan li Kerkûkê, ji ber ku ti cih û navendek xwîna zarokekî Kurd nayne, mixabin partiyek ji bo çêkirina alozî û gulebaranê ji bo kuştina mirovên bêguneh kar dike. Ev hemû xeletî jib o  kampanyayên hilbijartinê ne."
Her wiha got:’’Ez daxwazê ji dezgehên ewlekarî û aliyên Iraqî dikim ku di zûtirîn dem de vê pirsê çareser bikin, eger nebe emê helwesteke tund nîşan bidin.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket