Serokkomar derbarê aloziyên Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir
Kurdistan 10:25 PM - 2023-09-02
Ragihandina Serokkomar
Serokkomar
Rêzdar Serokkomarê Iraq Dr.Ebdul Letîf Reşîd derbarê aloziyên Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û wiha got:Em bi nîgeraniyeke mezin geşedanên rewşa parêzgeha Kerkûkê dişopînin.
Em her dem tekez dikin ku rijd in ji bo pêkanîna aşitiyê li welat, em bang li hemû aliyên beşdar di geşedanên nebaş ên li Kerkûkê de dikin ku xwe ji her gef û bikaranîna hêzê dûr bigrin û bang li her kesî dikin ku li pêşiya berjewendiyên xwe , aramiya welat û gel li ser her berjewendiyekî din de bigirin .
Em tekezî li ser wê yekê dikin ku pêdagiriya li ser diyaloga çêker weke navgîneke pêwîst ji bo nehiştina aloziya heyî ji bo parastina destkeftên gelê Iraqê di hemû beşên wê de, û nehêlana rê û derfetekê ji bo komên terorîst ên ku armanca wan jihevxistina kartan e , aramiyê têk bibe û xwîna Iraqiyan birijîne.
Kerkûk sembola biratiya Iraqê û hemû pêkhateyan e û em rê nadin ku wêneya wê were xirabkirin.
Ez bang li hikûmeta federal û hêzên ewlehiyê dikim ku bi awayekî cidî destwerdanê bikin ji bo kontrolkirina rewşa bajêr, kontrolkirina ewlehî û serweriya qanûnê ku tê de, bi awayekî ku aştiyeke dadperwer were parastin.
Em bang li hemû aliyên siyasî , civakî û gel jî dikin ku ji bo parastina aramiya parêzgeha Kerkûkê û ewlekariya welatiyan, rola xwe di nehiştina nakokiyan de bileyîzin.
Xweda hemû xelkê Kerkûkê biparêze li bajarekî ewle û aram ku biratî û pêkve jiyana hevbeş îfade dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

