YNKê li dijî girtina rêyan û xwepêşandanên Kerkûkê daxuyanî da
Kurdistan 09:05 PM - 2023-09-02
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê peyamek ji her sê serokatiyên Iraqê re şand û got, em li dijî girtina rêya sereke ya navbera Kerkûk-Hewlêrê ne ku ji bo welatiyan bargiraniyek mezin çêkiriye, her wiha ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê em daxwaz ji we dikin ku tedbîrên bilez bigirin. “Em li ser xetê ne û hemû tedbîrên yasayî ji bo cezakirina her kesê ku bixwaze rewşa Kerkûkê aloztir bike, ji bo masiyan di avên gemar de warbigrin.’’
Nivîsa Peyama Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê
Birêz Serokomarê Iraqê
Birêz serokwezîrê civata wezîrên Îraqê
Birêz serokê civata nûnerên Îraqê
Birêzan, piştî girtina rêya serekî ya navbera Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê hejmarek xwepêşanderan bo valakirina avahiya Fermandehiya Hevbeş a Iraqê li Kerkûkê û radestkirina wê bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) , Kerkûk di rewşeke ne aram re derbas dibe.
Em weke Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê dijî girtina rêya sereke ya navbera Kerkûk-Hewlêrê ne ku ji bo welatiyan bargiraniyek mezin çêkiriye, daxwaz ji we dikin ku tedbîrên bilez bigirin bo asayî kirina rewşa Kerkûkê.
Di heman demê de em bang li hemwelatiyên Kerkûkê ji hemû pêkhateyan dikin rê nedin aramiya Kerkûkê û jiyana hevbeş a aştiyane li wî bajarî ji bo armancên siyasî yên hinek aliyan bikeve metirsiyê.
Weke fraksiyona YNKê em li ser xetê ne û hemû tedbîrên yasayî ji bo cezakirina her kesê ku bixwaze rewşa Kerkûkê aloz bike û di nav avên gemar de masî bigire werbigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

