PDK bi rêya hikûmeta xwe ya têkçûyî hewl dide pirsgirêka li Kerkûkê derxe
Kurdistan 05:20 PM - 2023-09-02
PUKMEDIA
Kerkûk
Malbenda {2} Rêkxistinên Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir, ku çend roj berê Partiya Demokrata Kurdistanê ligel aliyên şovenîst ên Kerkûkê bi qest û bi senaryoyên cuda, pirsgirêk û kirîz ji bo welatiyên Kerkûkê çêdike.
Di daxuyaniya Malbenda duyemîn a Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê ya Kerkûkê ku nusxeyek ji PUKMEDÎA’yê re hatiye şandin, wiha hat gotin: “Tevî ku em li dijî girtina rêya serekî ya Kerkûk-Hewlêrê ne, lê me bi gelek hewlên cidî daye bi rêyên siyasî û dîplomasî û me her sê serokatiyên Iraqê ji rewşê agahdar kirine ku rê li ber vekirina pirsgirêkan bi diyalog û jihevtêgihiştinê vekin û di xizmeta hemwelatiyên Kerkûkê de bin.
Di daxuyaniyê de ji bo girseya Kerkûkê û raya giştî gelek rastiyan ronî kirin û wiha hat gotin: “Partî bi rêya hikûmeta têkçûyî û dictator ya herêmê hewl dide ku qeyranan derxîne li Kerkûkê, bi taybetî piştî ku eşkere bû ku hemû beşdarên Xwepêşandan ji Hewlêrê tên û armanca wan ew e ku pirsgirêk û alozî di navbera pêkhateyên bajêr de çêkin.” Lê xelkê Kerkûkê hişiyarin bi hemû netewe û pêkhateyên xwe yên xwecihî hay ji niyeta xirabkaran heye û baş têdigihin.
Navenda Rêkxistinên Kerkûkê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Pirsgirêka Partî û hevalbendên wî yên ji aliyên şovenîst ên ereb û tirkmen ne vekirina baregehên wê ye, ji ber ku baregehên liq û komîteyên wê partiyê li Kerkûkê hatine valakirin, lê ew bi mebest li wan venagere û bi vê argumentê dixwazin aştiya civakî ya li Kerkûkê sabote bikin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hemû kesî piştrast dikin ku aramî û xweşiya welatiyên me xeta sor e û em ê bi hemû hêza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikin û rê nedin pêkanîna ajanda û niyeta xirabkaran pirsgirêk û alozî li ser bajarê me derxin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

