Wezîrê Dadê ji bo şopandina nîşaneyên mafên mirovan dezgehekê ava dike
Îraq 07:55 PM - 2023-08-29
Medya Wezareta Dadê
Wezîrê Dadê yê Federal Dr. Xalid Şiwanî
Wezîrê Dadê ya Iraqê Dr. Xalid Şiwanî fermanek wezaretê derxist ji bo avakirina dezgehek ji bo şopandina cîbicîkirina siyasetên hikûmetê û nîşaneyên mafên mirovan di dezgeha mafên mirovan de.
Wezaretê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hatiye dîtin, ragihand : “Li ser bingeha xalên madeya (2) ya yasaya çêkirin, pêkvejandin û guhertina pêkhateyên îdarî ya hejmar (12) ya sala 2011ê û li ser bingeha fermanekî Wezîr ji bo avakirina dezgehek ji bo şopandina cîbicîkirina siyasetên hikûmetê û nîşaneyên mafên mirovan di dezgeha mafên mirovan de derxist.
Wezaretê her wiha got, "Dezgeh erkên ku jê re hatine spartin, wê çavdêrî û hevahengkirina karên tîma hikûmetê ya ji nûnerên wezaret û dezgehên ne girêdayî wezareteke bi cîbicîkirina sîyaset û planên hikûmetê di warê mafên mirovan de ne, pê bine. Ji bilî komkirin û vekolandina dane û zanyariyên li ser nîşaneyên mafên mirovan li ser asta niştimanî bi hemahengî ligel Wezaretê û çavdêriyên li ser raporta gerdunî ya pêdaçûnê ya demkî ya Komara Iraqê ya ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve ji bo cîbicîkirina wan di çarçoveya planên niştimanî yên mafên mirovan de û nîşandana encamên nîşaneyên mafên mirovan ên niştimanî yên ku ji aliyê dezgehên navendê ve hatine pêşkêşkirin di çarçoveya mekanîzmayên taybetî yên ku ji hêla dezgehên cîbicîkar ên hikûmetê yên peywendîdar ve bêne bicîh kirin.
Wê diyar kir: “Yek ji erkên dezgehê hevahengiya ligel civaka sivîl ya pispor e û beşdariya wê di planên niştimanî de, û herwiha pêkanîna erkên wê ji aliyê dezgehê ve bi rêya beşên wek (Beşa Hevahengiyê, Beşa şopandina cîbicîkirinê ye ji bo Planên Neteweyî, Siyaset û Bernameyên Mafên Mirovan, Beşa Nîşaneyên Mafên Mirovan ên Neteweyî).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

