Li ser dosyeya avê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti nakokî nînin
Kurdistan 10:56 PM - 2023-08-28
Ajans
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê
Îro, Duşemê, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hebûna nakokiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser stratejiya birêvebirina dosyeya avê li welat red kir.
Wezaretê di daxuyaniyekê de, ragihandiye: “Li ser torên civakî gotarek li ser çawaniya rûbirûbûna Herêma Kurdistanê li gel pirsa av û vekişandina avê ligel Iraqê hatiye belavkirin, ji bo wê yekê em ji raya giştî re radigihînin :Ji bo berdewamiya peywendiyan, roja 27.08.2023ê civîneke taybet hat lidar xistin di navbera Komîteya Taybet a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê de li ser çawaniya birêvebirina avê li gorî têgihiştin û hevahengiya di navbera her du aliyan de gotûbêj hat kirin.’’
Wezaretê her wiha got, "Ji ber têgihiştin û hemahengiya berdewam di navbera her du aliyan de, ti nakokî derbarê stratejiya birêvebirina dosya avê de nînin, ev jî nîşan dide ku "ew tiştên ku li ser medyayê têne weşandin bêbingeh in".
Wê amaje bi wê yekê jî kir ku di navbera Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê de ti civîn nehatin betalkirin, berovajî, peywendiyên wan gelek baş in.
Her wiha diyar kir ku "Wezaret dê ligel hevtayê xwe yê federal bi mebesta parastina ewlekariya ava Iraq û Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna zehmetiyên guherîna avhewayê û kêmkirina diyardeya kêmbûna avê li ser sektora çandiniyê û welatiyan bi giştî kar dike."
Di dawiyê de em radigihînin ku pirsgirêka avê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li gorî destûrê hatiye organîzekirin, ji bo vê yekê jî her du wezaretan peywendiyên hevbeş pêk anîne û emê bi hev re kar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

