Çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de
Kurdistan 05:08 PM - 2023-08-28
Medya Serokatiya Komarê
Serokkomar bi hejmarek ji rayedarên Kurd re dicive
Birêz Serokkomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd duh yekşeme li Koşka Bexdayê civînek pêk anî ku tê de cîgirê serokwezîr, wezîrê derve Fuad Husên ,nûnerê serokê herêma Kurdistanê Fares Îsa û jimarek cîgirên wezîr, rawêjkar, û birêvebirên giştî yên kurd amede bûn.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Komarê, di civînê de rewşa giştî ya welat û pêşhatên wê hatin gotûbêjkirin û cenabê wî tekez li ser pêwîstiya karekî baş ji bo xizmetkirina saziyên hikûmetê û bihêzkirina peywendiyan di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de kir.
Her wiha cenabê wî daxwaz kir ku pirsgirêkên di navbera Bexda û herêmê di çarçoveya destûr û yasayê de bên çareserkirin, mûçeyên karmendên hikûmeta herêmê bê dayîn û kar ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li welat berdewam be ji ber ku bandora wê li ser başkirina xizmetguzariyê heye û her wiha têkez kir ku şert û mercên jiyana welatiyan bi rêya nûjenkirina binesaziyê û piştgiriya veberhênan û sektora taybet pêk bê.
Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd tekezî li ser giringiya karkirina berdewam ji bo pesendkirina proje yasayên ku ji civata nûneran re tên şandin, bi taybetî jî proje yasaya veguhertina bajarê Helebce bo parêzgeh, proje yasaya encûmena federalî ya neftê û gazê, û rakirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî kir.
Wezîrê Derve Fûad Husên di berdewamiya axaftinên xwe de behsa girîngtirîn pirsgirêka heyî yên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de kir û hêvî xwest ku çareseriyeke radîkal ji bo wan pirsgirêkan were dîtin.
Her wiha hejmarek ji amadebûyan li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker û bi bandor ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de li gor destûr û yasayan, bi awayekî ku mafên hemû hevwelatiyan bê garantîkirin û bigihêje daxwazên wan kirin.
Di civînê de amadebûyan spasiyên xwe ji bo Serokkomar û têbîniyên wî yên hêja û dilgiraniya xwe ji bo bihêzkirina yekrêziya niştimanî di navbera gelên Iraqê de nîşan dan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

