Serokê YNKê: Emê kevneşopiya lidarxistina kongreyan asayî bikin
Kurdistan 06:14 PM - 2023-08-27
PUKMEDIA
Civîna Serkirdatiya YNKê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî îro serpereştiya civîna Encûmena Serkirdatiyê kir.
Di civînê de ku li baregeha Mekteba Siyasî ya Hewlêra payîtext birêve çû, behsa amadekariyên dawî yên kongreya pêncemîn a YNKê ku biryar e di 27ê Îlonê de were lidarxistin, hat kirin.
Di destpêka civînê de Serok Bafil bi berfirehî behsa girîngiya kongreyê di jiyana hizbî ya YNK'ê û têkoşîna siyasî de kir û got: “Kongre ji bo zêdetir teşwîqkirina tekoşîna ji bo serxistina bernameya xizmetkirina gelê Kurd û pêşxistina jiyan û refaha wî ye, ku bingeh û bernameya stratejîk a YNKê ya naguhere ye.’’
Serokê YNKê di dirêjahiya guhdarîkirina pêşniyar û nêrînên hevalên serkirdayetiyê û piştgiriya wan ji bo lidarxistina kongreyeke serkeftî, hevdem pîrozbahiyên xwe pêşkêşî ruhê rêhevaltiya wan kir û tekez li ser wê yekê kir ku bi piştgiriya Xwedê emê kongreyeke serkeftî û yekgirtî lidar bixin, em ê bi hev re biçin kongreyê û bi hev re bi serketî derkevin û got: “Em ê ji dil de kevneşopiya lidarxistina kongreyan weke partiyên Rojava her du salan carekê normal dikin.’’
Serok Bafil Celal Talebanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got:“Pêşniyarên li Dîdar hatibûn kirin , ku mezintirîn civîna rêhevalên YNK’ê li hemû ast, organ û bajarên Kurdistanê bû, dê alîkariya me hemûyan bike ku kongreyeke serkeftî ku nêrîna hemû hevalên YNK’ê li ser hebe lidar bixin.’’
Serok Bafil her wiha pêşniyar kir ku kongre ji hevalên têkoşer ku xwedî giranî û desthilatdarî be, meclîseke çalak bê avakirin û di serkeftina xebatên me de alîkariya me bikin.
Encumena Serkirdayetiyê piştî guhdarîkirina hûrgiliyên kar û xebatên Komîsyona Bilind ya Kongreyê, destxweşî li komîsyonê kir ji ber xebatên wê yên berê û Serok Bafil rêhevalên Serkirdayetiyê spart ji bo dewlemendkirina komîsyonê pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêş bikin.
Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê û nêrînên serkeftî yên YNKê bo çareser kirina pirsgirêkan hate kirin. Di vê derbarê de Serokê YNKê ronîkirina pêwîst da û daxwaz ji hevalan kir ku bi heman ruhê yekrêzî û hevdengiyê ku ji aliyê dostên me yên Iraqî û hevpeymanên me yên cîhanê ve hatiye pesinandin, erkên xwe berdewam bikin.
Di dawiyê de Serok Bafil daxwaz li Encumena Serkirdayetiyê kir ku bi serbilindî vegerin nav rêhevalên xwe û têkoşîna xwe ya yekîtiyê ji bo kongreyeke serkeftî vejînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

