Mekteba siyasî û serkirdayetî dê li Hewlêrê bicivin
Kurdistan 10:56 AM - 2023-08-27
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Biryare Îro li Hewlêrê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîna Mekteba Siyasî û Encûmena Serkirdatiyê bike.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand:“Mekteba Siyasî dê li ser mekanîzma û rêkarên ku Komisyona Bilind di kongreya pêncemîn de pêşkêş bike gotûbêj bike.’’
Stran Ebdullah got: Civîna li Hewlêrê tê wê wateyê ku Hewlêr ji bo YNKê giring e û giringiyeke taybet a siyasî û dîplomatîk heye.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Zrar ji PUKMEDIA re ragihand: “Piştî civîna Mekteba Siyasî dê civîna encûmena serkirdayetiyê li Hewlêrê birêve biçe û mekanîzma lidarxistina kongreyê ji endamên serkirdayetiyê re bê şirovekirin.’’
Zrar got: Ji bilî pirsgirêkên navxwe yên YNK û Herêma Kurdistanê, çawaniya beşdarbûna endamên kongreyê û proseya lidarxistina kongreyê mijareke dinê civînê ye.
Ev yek di demekê de ye ku di civîna Mekteba Siyasî ya roja 20-8-2023`an li Kerkûkê, biryar dan roja 27ê Îlonê pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dar bixin, her wiha Mekteba Siyasî ya YNKê biryar da ku civînên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiyê li heman cihî neyên lidarxistin û civîna bê ya Mekteba Siyasî û Serkirdayetiyê jî li Hewlêrê bê lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

