Serok komar û wezîran: Misogerkirina paqijiya hilbijartnan û nehiştina binpêkirinên serweriyê

Îraq 01:22 PM - 2023-08-25
Serokkomarê Êraq û Mihemed Şeya Sûdanî Ragihandina Serokkomar

Serokkomarê Êraq û Mihemed Şeya Sûdanî

Êraq

Serokê Komar Ebdulletîf Cemal Reşîd roja pêncşemê 24 tebaxê li Bexdadê pêşwaziya serokê Encumena Wezîran Mihemed Şeya Sûdanî kir.
 
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, ewlekarî, aborî û jîngehparêziya welat hate gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya piştevanîkirina hewlên hikûmetê ji bo cîbicîkirina bernameya xwe li gor pêşbîniyên bihêzkirina ewlehî û aramiyê û dabînkirina pêdiviyên welatiyan hate kirin, ku geşepêdana domdar bi dest dixe.
Her wiha behsa amadekariyên lidarxistina hilbijartinên parêzgehan di dawiya îsal de û giringiya beşdariya Êraqê di vê pratîka demokratîk û kar ji bo misogerkirina şefafî û paqijiya wê kirin.
Serokên Komarê û Encumena Wezîran behsa ewlehiya sînoran kirin û tekezî li ser nehiştina destdirêjiyên li ser axa Êraqê û serweriya niştimanî ya Êraqê û kirîza avê li welat û bandorên wê li ser jiyana welatiyan hat kirin.
Di hevdîtinê de pêşhat û pêkkeftinên dawî yên li ser asta navçeyî û navdewletî û rola Êraqê di hemahengiya nêrînan û pêşxistina ewlehî û aştiyê di navbera welatên navçeyê de hate nirxandin.
 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket