Qubad Talebanî bi Hakan Fîdan re peywendiyan çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj dike
Kurdistan 07:12 PM - 2023-08-24
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Hakan Fîdan
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û di civînê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û herwiha peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Civîna roja pêncşemê 24.08.2023ê li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şedla û Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Ehmed Muftî amade bûn, behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û çareserkirina kêşeyan û pirsa firokexaneya Silêmaniyê hat kirin û her du alî li ser giringiya bihêzkirina têkeliyan di warên cuda de bi taybetî di warê bazirganî de hemfikir bûn.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal de hatin gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser çareserkirina wan pirsgirêkan bi diyalog û danustandinan kirin.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku “Tevî yasakirina bûdceyê kêşeya şandina pişka herêmê ji bûdceyê bi dawî nehatiye çareserkirin.
Cîgirê serokwezîr her wiha got: Cudabûn û nebûna yekrêziya aliyên Kurdistanî bandorê li çaresernekirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de dike bi taybetî di mijara bûdceyê de.
Her li vê hevdîtinê de behsa çawaniya rûbirûbûna bi belavbûna madeyên narkotîkê hate kirin û her du aliyan pêwîstî dîtin ku hemahengî û hevkariya di navbera rayedarên pêwendîdar ên her du aliyan de ji bo bidawîkirina vê diyardeyê bi yekcarî bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

