Qubad Talebanî: Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û parastina mafên êzîdiyan kar dikin
Kurdistan 06:25 PM - 2023-08-24Qubad Talebanî û Lemya Qedûr
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşemê 24.08.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Lemya Qedûr, Parlamentera Partiya Keskan a Parlamentoya Almanyayê kir û li gel wê mijarên balkêş gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Daban Şedle Cîgirê Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêmê û Klaus Streicher Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê hate encamdan, rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê û Êraqê û bi taybetî rewşa Êzdiyan gotûbêj kirin, her du alî li ser wê yekê lihevkirin ku civaka navdewletî zêdetir piştevaniya rayedarên pêwendîdar bike ji bo nêzîkkirina rewşa mafên mirovan sal bi sal li gorî pîvanên navdewletî û bi her awayî rê li ber paşveçûna wê bigire.
Qubad Talebanî derbarê rewşa Êzidiyan de wiha got: “Mixabin heya niha jî rewşa Şingalê ne asayî ye û koçber bi temamî venegeriyane cih û warên xwe, ji ber wê jî divê em hemû hewl bidin ku rewşê asayî bikin û mafên xelkê biparêzin."
Di beşeke din ya civînê de behsa hilbijartinên dahatû yên Parlementoya Kurdistanê hate kirin û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku di dema diyar kirî de ji aliyê Serokatiya Herêmê ve hilbijartineke dadperwerane were encamdan.
Her wiha peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser çareserkirina pirsgirêk û nekokiyan bi rêya diyalog û danustandinan kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

