Serokkomar pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge dike
Kurdistan 06:53 PM - 2023-08-22
Buroya Ragihandinê ya Serokomariyê
Serokkomar û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge
Serokkomarê Iraqê Dr .Letîf Cemal Reşîd îro Sêşemê li Koşka Bexdayê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sidîq û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê nirxandin û tekezî li ser berdewamiya rahênan û amadekariyan ji bo bilindkirina şiyanên şer ên hêzên Pêşmerge û hemû hêzên ewlehiyê kirin.
Serokkomar tekezî li ser hemahengî û kiryara hevbeş ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê kir bi awayekî ku serweriya Iraqê biparêze û di warên din de ji bo welatiyan bextewarî û geşepêdanê bidest bixe.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan planên rahênanan nirxandin û kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Serokkomar re nîşan da û tekez li ser giringiya rênimayiyên hêja yên cenabê wî ji bo parastina destkeftên ewlehiyê û pêkanîna aramiyê li welat kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

