Serok Bafil: Nakokiyên siyasî nabe zirarê bidin kurdbûna Kerkûkê
Kurdistan 06:07 PM - 2023-08-21
PUKMEDIA
Serok Bafil û hejmarek ji ciwan, hunermend û werzişvanên Kerkûkê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Kerkûka Qudusa Kurdistanê bi hejmarek ciwan, hunermend û werzişvanan re civiya.
Serok Bafil Celal Talebanî kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê re nîşan da û got, şiyan û şarezayiya ciwanên Kerkûkê ji bo YNKê ne nû ye, lê me ji mêj ve bi şareza û jêhatiya we bawer kiriye. Me xwest ku em bibin beşeke girîng ji bo baştirkirina qadên jiyanê û dabînkirina jiyanek aramtir ji we re. Got jî, YNK partiya we ye û bi hemû îmkanên xwe rola xwe dilîze û wê zêdetir xizmeta Kerkûk û Kurdistanê bike.
Di hevdîtinê de rewşa Kerkûkê û pêwîstiyên xelkê hate gotûbêjkirin û Serok Bafil di bersiva pirs û pêşniyaran de got, yekîtîbûna Kerkûkê diyar e û keleha kesk ya Kurdistanê ye, lewra xizmet û cîbicîkirina daxwazên we , wezîfeya me ye û em çi bikin dê dîroka we tijî serwerî û fedakarî re nebe bersiv.’’
Her wiha got: "Yekitî û pêkvejiyana li Kerkûkê xwedî dîrokeke dirêj e. Divê em hemû bi hev re ruhê aştî û hezkirinê geş bikin û Kerkûk bibe bajarê ku her kes hest bi aramiyê bike û mafên wan bên parastin."
Serok Bafel di dirêjahiya axaftina xwe de amaje bi nakokiyên siyasî kir û got ku, nakokî û cudahiyan divê zirarê nede kurdayetiya Kerkûkê û parastina mafên kurdan û hemû pêkhateyên din divê ji bo me karê sereke be.Yekîtî we jî weke her carê vê berpirsyariyê hilgire û bibe karwanê bidestxistina pêşerojeke geş bo Kerkûk û Kerkûkiyên qehreman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

