YNK bi her awayî piştgiriya yekxistina hêzên Pêşmerge dike
Kurdistan 08:02 PM - 2023-08-19
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serokê YNKê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Fermandarê Giştî yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlan re civiya.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî rola General Matthew McFarlane bilind nirxand, ku di dema karkirina xwe de alîkarî û hemahengiya operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê û hevkariyên leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kiriye.
Di civînê de behsa rewşa emnî û çaksaziyên hêzên Pêşmerge hate kirin û Serok Bafil got: YNK piştgiriya yekxistina hêzên Pêşmerge dike û dixwaze hêzeke niştimanî ya bihêz bo parastina Kurdistanê ava bibe, lê bi awayekî dadperwerane û dûr ji berjewendiyên taybet. " Her wiha got: Hevkarî û karê hevbeş di navbera hêzên ewlehiyê de fakterekî giring e bo parastina aramiyê li herêmê û em ji bo wê yekê kar dikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

