Şalaw Elî Eskerî: Em hêvîdar in ku şehadeta Niyaz Dergelayî siyasî nebe
Kurdistan 05:04 PM - 2023-08-19
PUKMEDIA
Şalaw Elî Eskerî
Termê Niyaz Dergelayî bi amadebûna hejmareke zêde ji dost û kesûkarên wî hat veşartin û Şalaw Elî Eskerî got: “Em hêvîdar in ev kuştin ne siyasî be û heta ku hêzên ewlehiyê bi xwe raporê negihînin em ti aliyekî tawanbar nakin”.
Kargerê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şalaw Elî Eskerî di civîneke çapemeniyê de li ser gora endamê berê yê encûmena navendî ya YNKê Niyaz Dergelayî got; “Mixabin şehadeta rêheval Niyaz gelekî nezelal e û gelek şîroveyan li xwe digire. Em weke YNK’ê hêvî dikin ku ev kuştin ne siyasî be.’’
Her wiha got: ‘’Eger ev kuştin siyasî be, ji bo rewşa hestiyar a Kurdistanê ku niha pêwîstiya wê bi yekrêziyê heye, baş nabe û weke YNK heta ku asayîş negihe raporta xwe, ti aliyek tewanbar nake.’’
Şalaw Elî Eskerî got:“Em li ser navê her kesî û li ser navê YNK’ê sersaxiyê ji malbata wî û hemû hevrêyên YNK’ê yên ku kurê xwe yê qehreman ji dest dane, dixwazin. Birêz Niyaz ne şervanê malbata xwe yê yekem e ku di têkoşîna gelê Kurd de canê xwe feda kiriye û ez hêvî dikim ku bibe yê dawî. Xwedê sebrê bide her kesî, kombûna vê girseya mezin a li vir nîşan dide ku çiqasî têkoşerê mezin bû.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

