Bûyereke partiyê rê li ber berdana yek ji girtiyên Badînan digire
Kurdistan 10:50 AM - 2023-08-18
PUKMEDIA
Rojnamevan Guhdar Zêbarî
Diviyabû 16ê Tebaxê çalakvan û rojnamevan Gohdar Zêbarî ku yek ji girtiyên Badînan e, ji bo temamkirina cezayê xwe were berdan, lê bi sedema beşdarbûna rêveberê Asayîşa Hewlêrê di çalakiyeke hizbî de, nehat berdan.
Nûnerê Girtiyên Badînan Ayhan Seîd di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Nêzîkî 48 saet bi ser roja azadkirina çalakvan û rojnamevan Gohdar Zêbarî re derbas bûye, lê heta niha nehatiye azadkirin û heval û malbata wî jî li benda azadkirina wî ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve ne."
Ayhan Seîd got jî: Şeva borî hejmarek ji heval û hogirên Gohdar bo demekê ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatin girtin û li ber ku benda azadkirina wî bûn û alavên çapemeniyê yên rojnamevanên li wir jî hatin desteserkirin . Ne azad kirina wî li ber sedema beşdarbûna rêveberê Asayîşa Hewlêrê Barzan Qasab di merasîmên damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de bû , roja azadkirina wî hatiye taloqkirin û hîn pêk nehatiye.
Diviyabû di nîvê meha Adara borî de Gohdar Zêbarî were azadkirin, lê 7 mehên din hat mehkûmkirin, ji ber wê jî tîma parêzerên girtiyên Badînan ev biryar ji bo 5 mehan daxist û diviyabû duh bihata berdan 16.8.2023.
Dosyaya girtiyên Badînan yek ji wan dosyayên e ku gelek raportên rêxistinên navdewletî derbarê wê de hatine belav kirin, ku hemû jî tekez dikin ku azadiya takekesî û azadiya çapemeniyê di serdema kabîneya hikûmeta nehê de, ku tê de dengên azad bi awayekî berçav hatine astengkirin û bêdengkirin û PDK li ser navê dadwerî û hikûmetê rojnamevan û çalakvanan dişopîne û ceza dike.
Gohdar Zêbarî yek ji wan çalakvan û rojnamevanan e ku roja 22.10.2022ê li devera Badînan hatibû desteserkirin, hejmarek ji wan hatin azadkirin û heta niha 5 girtî di girtîgehê de li benda bidawîbûna hukmê xwe ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

