YNK ji bo betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê kar dike
Kurdistan 01:04 PM - 2023-08-16
PUKMEDIA
Navçeyên nekok
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê kar dike ku biryarên
Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî betal bike, bi taybet li navçeyên
nekok.
Nûnerê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xerîb Ehmed di daxuyaniyeke taybet de ji
PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî bi hevkariya komîteyên parlamentoyê
kar li ser betalkirina biryarên di dema hilweşandina rêjîma Beis de kiriye.
Got jî:
Komîteyên parlemantoyê kar bo gotûbêjkirina ser serastkirin yan betalkirina van
biryaran dikin, bi taybet ew biryarên têkildarî zevîyên çandinîyê li navçeyên nekok,
bi taybetî li Kerkûkê, ku gelek biryarên nedadperwerane li dijî cotkarên wan
deveran hatin derxistin.
Nûner Xerîb
Ehmed eşkere kir: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kar ji bo vegerandina maf bo
xwediyên xwe bi taybetî cotkarên Kurd û Tirkmen li Kerkûkê dike û Yekîtî jî xwe
weke berevankarê rasteqîne û bibandor yê mafên welatiyan dibîne. vegerandina
zeviyên wan ên ku ji ber biryarên nerewa yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê
hatiye hilweşandin ji wan hatine dizîn.
Wî bal
kişand ser wê yekê ku komîteyên parlamentoyê dê qanûnek taybet ji bo guhertin
an betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî amade
bikin û ji bo dengdanê pêşkêşî serokatiya Encûmena Nûneran bikin, û tekez kir
ku hemû pêkhateyên parlamentoyê piştgiriya betalkirina an guhertina biryarên
Encumena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî, ji ber ku ziyan gihaye hemû
welatiyan li piraniya navçeyên Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

