Talebanî: Bazirganiya genimê cotkaran dê bandorek mezin bike

Kurdistan 07:00 PM - 2023-08-15
 Talebanî serdana projeya niştimanî ya bazirganiya genim dike PUKMEDIA

Talebanî serdana projeya niştimanî ya bazirganiya genim dike

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro sêşemê 15/8/2023, piştî kontrolkirina pirojeya rêya sedî li Silêmaniyê, serdana pirojeya niştimanî ya bazarkirina genimê cotyaran li nêzîkî Silêmaniyê kir û ji nêzîk ve çavdêrî li pêşkeftinên Herêma Kurdistanê kir, ew proje yek ji girîngtirîn projeyên stratejîk e li Herêma Kurdistanê.
Di vê serdana han de Cîgirê Serokwezîr pîrozbahî li kompaniya Qeywan weke aliyê cîbicîkar ê projeyê kir ku qonaxa yekem ya projeyê bi serkeftî bi dawî anî û hêvî xwest ku tevahiya qonaxên projeyê di dema diyarkirî de bi dawî werin.
Qubad Talebanî got: “Projeya niştimanî ya bazarkirina genimê cotkaran yek ji girîngtirîn pirojeyên stratejîk e li Herêma Kurdistanê û dê bandoreke berçav li vejandina bazarê û pêşxistina sektora çandiniyê û pîşesaziya xwarinê li Herêma Kurdistanê bike."
Proje li gundê Karaçetan a navçeya Pîramagrûnê ye û 30 siloyên genim, kargeheke mezin a hilberîna ard û gelek kargehên mezin ên pîşesaziya xwarinê dihewîne.Piştî qedandinê, bi tevahî proje dê 5,000 karên rasterast peyda bike.
Heta niha qonaxa yekem a projeyê ku ji 12 siloyan pêk tê, bi dawî bûye, ji 13ê Tebaxê ve dest bi wergirtina genim bi buhayê ku Wezareta Çandiniyê û komîteya pêwendîdar diyar kiriye, ji cotkaran hatiye wergirtin, îro 15ê Tebaxê , berhemanîna ard ji kargeha projeyê dest pê kir, ku kare rojane 500 ton ard çêbike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket