Nûnerê Herêma Kurdistanê li Spanyayê dê dest bi erkê xwe bike
Kurdistan 04:31 PM - 2023-08-15
PUKMEDIA
Darawan Hemîd, Safîn Dzeyî û Daban Şadala
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî fermana destbikarkirina nûnerê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê radestî Darawan Hemîd kir.
Di merasima ku bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Daban Şadala hat lidarxistin de, Berpirsê Pêwendiyên Derve got: Di çarçoveya guhertinan de ji bo baştirkirina asta peywendiyên me bi welatên derve û civaka navdewletî re Darewan Hemîd wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê hat destnîşankirin.
Di merasimê de, Safîn Dzeyî pîrozbahî li nûnerê nû yê hikûmeta herêma Kurdistanê li Îspanya kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de ji bo berjewendiya gelê Kurd xwest û piştgiriya hemû pêkhateyên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo serkeftinê pêşkêş kir di xebatên wî de li Spanyayê.
Nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 14 welatên cîhanê hene. Ji ber ku Daban Şadala wek cîgirê Fermangeha Pêwendiyên Derve hat destnîşankirin, ev demeke dirêj e ew post vala bû.
Darawan Hemîd Ghaffar bi nasnav Darawan Hacî Hemîd di 2’ê Tîrmeha 1990’an de li navçeya Biaray a parêzgeha Helebce ji dayîk bûye.
Piştî qedandina diploma xwe ji bo xwendina bekelorya, bo master û doktorayê çû Fransayê.Darawan ku niha xwendekarê doktorayê di warê zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî de ye, salekê li Fransa li Dibistana Belcom li Lyonê ders daye.
Ji sala 2018 heta 2022 kesê yekem yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Firansayê bû û serokê navenda Fransî li Fransa bû, serokê Navenda Kurdî ya Fransa û nûnerê derve yê Sendîkaya Rojnamegeran bû û bêtirî 12 salan ezmûna dîplomatîk heye.
Îro weke nûnerê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê dest bi kar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

