Talebanî: Divê Wezareta Pêşmerge dûrî nakokiyên siyasî be
Kurdistan 08:45 PM - 2023-08-14
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û General Matthew McFarlane
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke pilebilind a bi serokatiya General Matthew McFarlane kir û di wê hevdîtinê de çendîn mijarên balkêş bi taybetî reformên Wezareta Pêşmerge gotûbêj kirin.
Divê hemahengiya zêdetir di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de hebe
Civîna îro duşemî 14.08.2023 li bajarê Hewlêrê hat sazkirin û têde bi amadebûna Lîwa Bextiyar Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Daban Şadala Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê,birêz Qubad Talebanî bi helkefta bidawîhatina erkê fermandarê giştî yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane destxweşî lê kir ,ku rola wî ya girîng di pêkanîna hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman hebû û hêviya serkeftinê di erkê wî bê de xwest.
Di hevdîtinê de ku Fermandarê Giştî yê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî General Joel Vaul jî tê de amade bû, Cîgirê Serokwezîr bi boneya destbikarbûna wî pîroz kir û hêvî xwest ku hemahengiya zêdetir û bihêztir di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de hebe ji bo rûbirûbûna gefan di dema erkê wî de.
Talebanî: Divê berpirsên Wezareta Pêşmerge dûrî nakokiyên siyasî bin
Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa çawaniya pêşdebirina pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de hat kirin. Her du alî li ser pêwîstiya cîbicîkirina pirojeya çaksaziyê bi qonaxan wek ku hatiye plankirin li hev kirin.
Talebanî her wiha got: “Pêwîste Wezareta Pêşmerge dûrî nakokiyên siyasî be û berpirsên wezaretê erkên xwe bicîh bînin da ku pirojeya çaksaziyê cîbicî bikin û hêzeke niştimanî ya perwerdekirî bi şêweyekî pispor û dûr ji nakokiyên siyasî ava bikin.’’
Ji aliyê xwe ve şanda bilind a hevpeymanan li Iraq û Sûriyê tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya li gel hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku berdewamiya çaksaziyan di Wezareta Pêşmerge de dê asta hemahengî û hevkariyê bileztir û bihêztir bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

