Banka Navendî daxwaz dike rê li ber qaçaxçîtiya dolar bê girtin
Aborî 12:21 PM - 2023-08-14
PUKMEDIA
Deriya Ibrahîm Xelîl
Banka Navendî ya Êraqê hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çûna
dolarên qaçax ji Îbrahîm Xelîl bo Tirkiyê.
Derbarê vê mijarê de parlamenterê parlamentoya Êraqê Dr.Biryar Reşîd ji
PUKMEDIA re ragihand: Lijneya Aborî, Pîşesazî û Bazirganî ya Parlamentoya Êraqê
li gel Serokê Banka Navendî civiya û got ku rojane hejmareke mezin dolar ji
xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê dibirin Tirkiyê û ji wir jî bo welatên din
tên şandin ev jî sedema sereke ya
neliheviya dolarê li Êraqê ye."
Parêzgerê Banka Navendî ji me re got, me peywendî bi Hikûmeta Herêma
Kurdistanê re kiriye û ji wan re gotiye, bila qaçaxiya dolaran ji xala gumrika
Îbrahîm Xelîl ber bi Tirkiyê ve rawestînin û alîkariya banka navendî bikin da ku
nirxa dolar cîgir be.
Malpera Brîtanî (Middle East Eye)
di sibata borî de di raportekê de eşkere kir ku rojane 70 milyon dolarên
Amerîkî bi qaçaxî di deriyê sînorî yê Îbrahîm El-Xelîl re derbas dibin, ku
mehane dibe 2 milyar û 200 milyon dolar, û di heyama salekê de rêjeya dolarê
qaçax digihêje 25 milyar û 200 milyon dolarî.
Deriyê
Îbrahîm El-Xelîl li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye û girêdayî
rêveberiya Zaxo ye, herwiha çend deriyên sînorî yên fermî û nefermî li
parêzgehên Hewlêr û Duhokê hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

