Dijî terrora PDKê êrîşên Welatên derve bo ser Herema Kurdistane rewa dike
Kurdistan 06:33 PM - 2023-08-12
PUKMEDIA
Wesayîta hedef hatiye girtin
Dijî terrora PDKê derbarê armanckirina otombîlekê li nêzîkî navçeya Nalparez ya ser bi navçeya Pêncwênê de zanyariyên nerast belav kir û ragihand, 3 kesên ku hatine armanckirin endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûne. Lê di rastiyê de armanca firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê sivîl û dê û bavên ku keça xwe ji bo xwendinê şandine Îranê bûne hedef, ji ber vê yekê mafê gelê Kurd heye ku bipirse çima Dezgeha Dijî Terorê ya Kurdistanê bûye platforma dezenformasyonan ku xwe Operasyona welatên biyanî li dijî sivîlên kurd rewa dike.?
Malbateke Duhokî li Pêncwênê dibe armancÇavkaniyên nûçeyan ragihandin ku duh (11ê Tebaxê) balafireke bêmirov a Tirkiyê li nêzîkî bajarokê Pêncwênê 3 kes kuştin.
Li gor zanyariyên dawî 3 kesên ku di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane sivîl û xelkê parêzgeha Duhokê ne. Malbata ku keça wê li Îranê xwendekar bû, ji bo bêhnvedanê vegeriyabûn Duhokê û piştra dê û bavê wê li ser rê bûn ku wê vegerin Îranê.
Nasnameyên qurbaniyan Hesen Ehmed Nozat, hevjîna wî Zîab Mistefa û keça wan Riam Hesen Ehmede ku li Îranê xwendekar bû, hatin zanîn.
Dijî terrora PDKê êrîşên Welatên derve bo ser Herema Kurdistane rewa dikeRêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya (Parti)Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek da,li gor daxuyaniya:’’ îro Înê 11.08.2023, demjimêr 15:30, firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê li nêzîkî navçeya Nalparez ya ser bi navçeya Pêncwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve kir armanc ku têda rayedarekî payebilind ê PKK, şervanekî din û ajokarê wesayîtê hatin kuştin. ‘’
Lê ya rast di wesayîta şewitî de şopa çekan tune bû, beşek ji Qurana Pîroz şewitî mabû, delîlên eşkere nîşan didin ku hedef sivîl in û ne şervanên partiyek çep in.
Li dewletên serwer de dezgeha dije-terorê ya welatên Şaristanî ji bo parastina ewlekariya xelkê û parastina serweriya welat hatiye avakirin, lê li vir pirs ew e ku gelo Dezgeha Dijî Terorê ya Partî bûye platformek ji bo dezenformasyonê ji bo rewakirina karên Welatê biyanî li dijî welatiyên xwe gelê Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

