Talebanî: Eger herêm bikeve metirsiyê, her kes dê berdêla wê bide
Kurdistan 08:13 PM - 2023-08-09
PUKMEDIA
Civîna Cîgirê Serokwezîr û Berpirsyarê Balyozxaneya Amerîkayê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê David Berger kir û di civînê de behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, aloziyên li nav Wezareta Pêşmerge, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin.
Talebanî: Divê pirsgirêkên li nav Wezareta Pêşmerge bên çareserkirinDi civîna roja Çarşemê 9ê Tebaxa 2023ê de li Hewlêrê û tê de Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şadala amade bû, şanda Amerîkî daxwaz kir ku pirsgirêkên di nava Wezareta Pêşmerge de bên çareserkirin, li ber ku bandoreke rasterast li ser pêkanîna proseya çaksaziyê dike.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr li ser girîngiya çareser kirina bilez pirsgirêkên di nava wezareta pêşmerge de hemfikir bû ji bo ji holê rakirina metirsiyên ku di encama aloziyan de rûberûyê wezaretê bûne.
Talebanî: Divê alî çareseriyeke guncaw ji pirsgirêkên navberî xwe de bibîninMijareke din a hevdîtinê jî hilbijartinên dahatû yên parlamentoya Kurdistanê bû. Talebanî got: “Em amade ne di roja ku Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye de hilbijartinan pêk bînin.’’
Her wiha got:"Heta wê demê divê aliyên siyasî ji bo hilbijartineke paqij û adil bi diyalogê çareseriyeke guncaw ji pirsgirêkên navberî xwe de bibînin."
Cîgirê Serokwezîr: Divê partiyên Kurdistanî bi yekdengî kar bikinDi beşeke din ya hevdîtinê de giraniya Herêma Kurdistanê û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de cîgirê serokwezîr dilgiraniya xwe li hember rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û got: “Di vê qonaxê de, Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir rûbirûyê metirsiyê ye, ji ber wê jî divê aliyên siyasî bi hest û berpirsyarî pirsgirêkên navberî xwe de çareser bikin. Ji ber ku eger herêm bikeve metirsiyê, her kes dê berdêla wê bide, ne tenê aliyek dê zirarê bibîne.”
Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî tekez kir: “Ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê, piştî çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, divê aliyên Kurdistanî li Bexdayê bi hev re li ser dabînkirina mafên destûrî yên Kurdistanê kar bikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

